27/06/2012
Hewlêr, 27 Hezîran (AKnews) – Bi amadebûna Serpereştê amadekirina pertûka “Gencîneya Iraqê” Xalid Silêman û endamên Komîteya Wizeyê di Parlamentoya Kurdistanê Evîn Omer de û rawêjkarê Hikûmeta Herêma Kurdistanê bo karûbarên jêrxaneya siruştî Ehmed Muftî, babetên pertûkê hatin gotûbêjkirin.
Xalid Silêman got ku ev pertûka ku îro li Dezgeha Arasê dihête îmzekirin, naveroka wê jêrxaneya Iraqê behs dike ku em wê weku gencîne hesab dikin.

Silêman diyar kir ku naveroka pertûkê li ser Petrol, Gaz û Avê ye û rêyên gihiştina bi zanyariyê li ser wan her sê jêrxaneyên siruştî û rola wan di geşepêdana civakî de, zêdebarî babeta parastina jîngehê û babeta zelaliyê.
Her wiha Xalid Silêman ronî kir ku ev pertûk dê motikek be bo rojnamegeran taku li ser hebûn û binemaya petrol û jêrxaneya Siruştî serwext bin.
Serçawe: hr (AKnews)
تعليقات